Alîkariya ji bo erdhejzedeyan gihîşt Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

  • 16:09 20 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 9 kamyonên alîkariya navneteweyî ya ji bo erdhejzedeyan derbasî taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê hatin kirin.
 
9 kamyonên alîkariya navneteweyî ya ji bo erdhejzedeyan derbasî taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê ku bi piranî kurd lê dîmînin hatin kirin.Kamyonên alîkariyê di benda kontrolê ya Ewarid a di bin serweriya Firqeya 4'an a hikumeta Şamê de derbasî her du taxan bûn, piştre li pêşiya hola Efrîn a li herêma Şiqêf barê xwe danîn.
 
Têkildarî mijarê, Komîteya Alîkariyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku wê dest bi belavkirina alîkariya betanî, lihêf, kon, cilên zarokan, tiştên mitfaxê bikin. Komîteyê destnîşan kir ku ew ê bi hevkariya komînan lîsteyeke bi navê mexdûrên erdhejê derxin û  wê dest bi belavkirina alîkariyan bikin.
 
Meclisa Giştî ya herdu taxan di 13`ê Sibatê de raporek belav kiribû, tê de pêdiviyên sereke yên şêniyên herdu taxan ku ji erdhejê zirar dîtine, bi cih kiribû.
 
Komîteya Alîkariyan da zanîn ku Heyva Sor a Sûriyeyê soza daye ku ew ê 21 kamyonên alîkariyê derbasî herêmê bikin. Ew alîkarî ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê ji aliyê hin dewletan ve hatine şandin.
 
Li aliyekî din, hikumeta Şamê ji 11`ê Sibatê de nahêle ku karwanê alîkariya mirovî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikevin herdu taxan.