Doza Selmra Guzel hat taloqkirin

  • 15:06 20 Sibat 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Di duemîn daneşîna doza Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel de, dadgehê daxwaza tahliyeyê ya parêzeran red kir û doza taloqî dîrokek din hat kirin.
 
Rûniştina duyemîn a doza Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel a ku di 3'ê Îlonê de ji ber lêpirsîna ku di sala 2017’an de hatibû destpêkirin û hin wêneyên di dosyayê de di çapemeniyê de hatibûn weşandin, hatibû girtin, li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Di rûniştina ku gelek parêzer beşdar bûn de, Guzel a ku xizmên xwe di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dabûn, beşdar nebû.
 
Parêzer Senem Doganoglu xwest ku doz bê betalkirin.
 
Parêzer Arzu Eylem Kayaoglu destnîşan kir ku "destûra bingehîn bi rêya dadgehan tê binpêkirin".
 
Parêzer Sînem Coşkun jî got, "Muwekîla min rastî lînçkirina siyasî hat.
 
Heyeta dadgehê ku biryara navberê da, biryar da ku girtina Semra Guzel berdewam bike, belgeyên serlêdanên Dadgeha Destûra Bingehîn radestî dadgehê bê kirin. Biryar hat dayîn di rûniştina pişt vê re Guzel parastina xwe bike û rûniştin taloqî 28’ê Nîsanê hat kirin.