Serhildana 'Jin jiyan azadî' dewam dike

  • 11:26 20 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÜÇEYAN - Li gel çalakiyên serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ ku zêdetirî 5 mehin berdewame, li gelek navendên cûda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî welatî û karmend li dijî rewşa xirab a jiyanê daketin qadan.
 
Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ ku zêdetirî 5 mehin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi çalakiyên cûda dewam dikin, vêcarê welatî û karmend li dijî nebûna xizmetguzarî û rewşa xirab a jiyanê daketin qadan. Divê çarçoveyê de duh li bajarê Kirmaşan, Ehwaz, Şuş û Şuşter xanenişînên çavdêriya civakî li dijî rewşa xirab a jiyanê û xemsariya berpirsan a li beramberî daxwazên wan xwepêşandanek li dar xistin.
 
Li Tehranê jî xwediyên simunxaneyan çalakiyek nerazîbûnê li dijî nebûna alîkariyên hikûmetê ya ji bo peydakirina kelûpelên pêwîst lidarxistin.
 
Li bajarê Yasucîş karkerên şaredariyê li dijî derengketina muçe li ber avahiya walîtiya bajêr xwepêşandan lidarxistin.
 
Her wiha li bajarê Tebrizê jî mamosta û karmendên perwerdê li dijî kêmkirina muçe nerazîbûn nîşandan.
 
Li bajarê Yezdîş li beramberî bicihneanîna daxwaz û rewşa xirab a jiyanê karkerên tekstîlê dest bi grevê kirin.