Ji HDP’ê bang: Kirêyan biha nekin

  • 19:47 19 Sibat 2023
  • Rojane
Ji HDP’ê bang: Kirêyan biha nekin
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, ji bo mexdûrên erdhejê hîn bêtir mexdûr nebin bang li xwediyê xaniyan kirin ku heqê kirê biha nekin. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, têkildarî bihabûna kirêyan bang kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo kewandina birînên erdhejê piştevaniyeke gelekî mezin tê kirin û wiha vegotin: "Ev hewldan û ruhê ji bo piştevaniyê hêviya me xurt dike. Di roja ewil a erdhejê de bi hezaran malbatan deriyên malên xwe ji bo mexdûrên erdhejê vekirin. Ji bo vê em ji dil û can malavayiya wan dikin. Lê hin tişt hene em xemgîn dikin. Bi taybetî em dibihîsin ku fiyetê kirêyan pir tê bihakirin. Ji bo sivikkirina barê vê karesatê divê em hemû xwe bidin ber vî barî." 
 
Hevserokan ji bo mexdûrên erdhejê zêdetir mexdûr nebin bang li xwediyê xaniyan kirin û gotin: "Heqê kirê biha nekin. Nehêlin gelê me mexdûr bibe. Em bi piştevaniyê ji heq van rojên zor û zehmet derkevin. Dem dema piştevaniyê ye."