Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 40 hezar û 689 kesî

  • 18:51 19 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê AFAD’ê Yunus Sezer da zanîn ku hejmara kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn derketiye 40 hezar û 689 kesan. 
 
 Serokê AFAD’ê Yunus Sezer bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn derketiye 40 hezar û 689 kesan. Sezer, diyar kir ku ji bilî Mereş û Hatayê, xebatên lêgerînê yên li bajarên din bi dawî bûne û ev agahî parve kir: “Bi ser 430 hezar tehliyeyan ji hêla me ve hatin kirin. Em niha jî 313 hezar û 723 kesan li mêvanxaneyên cemaweriyê û hotêlan dihewînin.”
 
Her wiha Sezer destnîşan kir ku xebatên tespîtkirina xesaran berdewam in û wiha bi dawî kir: “Heta niha ji sedî 50’î xebatên tespîtkirina xesaran hatine kirin.”