Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê dewam dike

  • 12:42 19 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 10’emîn berdewam dike.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 1’ê Sibatê de hatibû destpêkirin, di roja 19’an de bi dewrgirtina koma 10’emîn berdewam dike.
 
Koma 9’emîn a çalakiyê, bi merasîmekê çalakî dewrî koma 10’emîn kir. Beriya dewirgirtinê deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 9’emîn daxuyaniyek ji aliyê Guneş Tang ve hate xwendin.
 
Di destpêka daxuyaniyê de armanca çalakiya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, hate dubarekirin û wiha hate gotin: “Çalakiya demokratîk a ku bi boneya azadkirina fîzîkî  ya Rêber Apo ku bi dilekî germ hatiye destpêkirin bi biryardariyek mezin didome. Em ê jiyanek bê Rêber Apo tu carî nepejirînin. Xeta Rêbertî hêviya hemû gelên bindest e. Hemû nêzîkatiyên li hember Rêber Apo tên raberkirin, hêza pergala Netewa Demokratîk dide diyarkirin. Navnîşana çareseriya demokratîk û aştiyek bi rûmet tenê bi Rêber Apo re gengaz e. Rastî û heqîqeta têkoşîna li Îmralî, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava, Şengal û Mexmûrê xwe bi hemû awayî şênber kiriye. Êdî têkoşîna ku li derdora Rêber Apo pêş dikeve gerdûnî dibe û ji bo hemû gelên bindest bûye hêviyek ku dest jê nayê berdan. Li ser vê bingehê em gelê Kurd ê welatparêz û hemû derdorên demokratîk vedixwînin erk û berpirsyatiyên wan.”
 
Merasîm bi berzkirina dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Kes nikare roja me tarî bike’ bi dawî bû.