Li Îtalyayê çalakiyên piştevaniya ji bo erdhejzedeyan dewam dikin

  • 11:05 19 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN  - Ji bo çalakiyên piştgiriyê yên bi mexdûrên erdhejê re, ku li gelek bajarên Îtalyayê tên organîzekirin eleqeyeke mezin heye. Tora Piştevaniya Kurdistanê (Rete Kurdistan Emilia Romagna) ku çalakiyan li dar dixe, li ser navê hemû pêkhateyên xwe û gelê beşdar silav kir û banga mezinkirina hevgirtinê kir.
 
Çalakiyên hevgirtinê yên ku li bajarên Îtalyayê ji bo dilsoziya bi mexdûrên erdheja li Kurdistanê re hatin lidarxistin, bi tevlîbûneke xurt dewam dikin.
Bi dehan sazî, rêxistin, sendîka û rêxistinên girseyî yên demokratîk beşdarî çalakiyên piştevaniyê yên li Mîlano, Bologna Parma û Sant'Ilario d'Enza yên Îtalyayê bûn.
 
Texrîbatên li herêmên erdhejê hatin jiyîn û rewşa mirovî ya ku derketiye holê bi berfirehî hate vegotin û hate diyarkirin ku, berpirsiyarê sereke yê mirina bi deh hezaran mirovan dewleta tirk e.
 
Li Îtalyayê ku roj bi roj kampanyayên piştgiriyê mezin dibin, alîkariyên hatine komkirin ji bo ku derbasî herêmên erdhejê bibin, ji saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistan a Îtalyayê (Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia) re tên şandin.
 
Tora Piştevaniya Kurdistanê (Rete Kurdistan Emilia Romagna) ku çalakiyan li dar dixe, li ser navê hemû pêkhateyên xwe û gelê beşdar silav kir û banga mezinkirina hevgirtinê kir.