ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN

  • 09:00 19 Sibat 2023
  • Rojev
*Jinên li atolya kirmanckî ya DAD’ê perwerda zimanê dayikê dibînin diyar kirin ku kirmanckî bi xetera tunebûnê re hatiye rû hev û divê perwerda bi zimanê dayikê li dibistanan bê dayîn. BI DÎMEN
 
*Fatma Alkiz a li Narli di erdhêjê de xaniyê wan hilweşiya bi hevjînê xwe re li komirdankê dimîne û diyar kir ku bi piştevaniya gel li ser piyan e û got ew nizane dewlet li ku derê ye. BI DÎMEN
 
*Li navenda Semsûrê ku gelek avahiyên wê hilweşiyaye jiyana welatiyan ji ber serma û bêderfetiyan di xeteriyê de ye. Sakîne Coşkun a dibêje piştî 10 rojan min karî ez kon bigirim diyar kir ku bi rojan ew ji derve raket û tenê bi alîkariyên ji koordînasyona HDP’ê hatine re kariye îdara xwe bike.
 BI DÎMEN
 
*JINNEWS’ê Oznur Deger a li girtîgeha Sîncane girtiye der barê rewşa girtîgeh û îdianameya der barê wan de hatiye amadekirin de nameyek nivîsî û got: “Ew li demokrasiya serdema navîn digerin.”
 
*Sekretera Şaxa Egtîm Sen a Dîlokê Elîf Söyleyici diyar kir ku ji bo derûniya xwendekar û mamosteyên erdhejzede bê başkirin  beriya her tiştî divê şert û mercên wan bên başkirin û got, "Demek berî demekê destpêkirina perwerdeyê girîng e."
 
*Dayika Emîne ya ku mala wê li Rezana Amedê hilweşiya ji bo rayedarên alîkariya wê nekirin wiha got:"Qaşo dewlet heye,ka li ku ye?"
DÎMEN HEYE
 
*Welatiyên li gundên Semsûra ku hema bêje hemû avahiyên wê hilweşiyane diyar kirin ku berî dewletê, ew bi alîkariyên ji gel hatine li ser piyan mane. DÎMEN HEYE