Hukumeta Şamê nahêle alîkarî derbasî Şehba û Helebê bibe

  • 12:43 16 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Karwanê alîkariyan ê Heyva Sor a Kurd li bendê ye ku derbasî Heleb û Şehbayê bibe. Hukumeta Şamê nahêle alîkarî derbasî Şehba û Helebê bibe.
 
Hikumeta Şamê ji 10`ê Sibatê de nahêle alîkariyên mirovî û tenduristî yên Heyva Sor a Kurd bigihêjin mexdûrên erdhejê yên li Heleb û Şehbayê.
 
Karwanê alîkariyan ê Heyva Sor hê jî li deriyê Tayihe yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de tê sekinandin.
 
Hikumeta Şamê heta niha tu bersiv nedaye Heyva Sor a Kurd.