Hukumeta Şamê nahêle alîkarî derbasî Şehba û Helebê bibe 2023-02-16 12:43:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Karwanê alîkariyan ê Heyva Sor a Kurd li bendê ye ku derbasî Heleb û Şehbayê bibe. Hukumeta Şamê nahêle alîkarî derbasî Şehba û Helebê bibe.   Hikumeta Şamê ji 10`ê Sibatê de nahêle alîkariyên mirovî û tenduristî yên Heyva Sor a Kurd bigihêjin mexdûrên erdhejê yên li Heleb û Şehbayê.   Karwanê alîkariyan ê Heyva Sor hê jî li deriyê Tayihe yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de tê sekinandin.   Hikumeta Şamê heta niha tu bersiv nedaye Heyva Sor a Kurd.