Li Baselê ji bo mexdûrên erdhejê banga hevgirtinê hat kirin

  • 12:55 14 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Basel ê Swîsreyê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û banga hevgirtinê hate kirin. Li dû axaftinê gulbeng li gel koma saz a Komeleya Çanda Elewiyan hatin xwendin.
 
Li bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo kesên di erdheja navenda Mereşê de jiyana xwe ji dest dane çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Parlamenterên federal ên Swîsreyê, parlamenterên kantonan, rûspiyên olî, nûnerên saziyên Kurd û Elewî û bi hezaran kes beşdarî bîranînê bûn.
 
Bîranîn bi pêxistina mûm û deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Destpêkê Serokê Navçeya Bajêr a Kantona Baselê Beat Jans axivî. Beat banga hevgirtinê kir.
 
Koroyên jinan ên ElGrecho, Choeur3, Ensemble Liberte Fimmene konserek kurt dan. Papazê Dêra Elîsabethen Frank Lorenz axaftineke kurt kir û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dua xwend.
 
Pîrê Elewî Muzaffer Dede yê ku beşdarî bîranînê bû jî axaftinek kurt kir. Li dû axaftinê gulbeng li gel koma saz a Komeleya Çanda Elewiyan hatin xwendin.