Li Baselê ji bo mexdûrên erdhejê banga hevgirtinê hat kirin 2023-02-14 12:55:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Basel ê Swîsreyê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û banga hevgirtinê hate kirin. Li dû axaftinê gulbeng li gel koma saz a Komeleya Çanda Elewiyan hatin xwendin.   Li bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo kesên di erdheja navenda Mereşê de jiyana xwe ji dest dane çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Parlamenterên federal ên Swîsreyê, parlamenterên kantonan, rûspiyên olî, nûnerên saziyên Kurd û Elewî û bi hezaran kes beşdarî bîranînê bûn.   Bîranîn bi pêxistina mûm û deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Destpêkê Serokê Navçeya Bajêr a Kantona Baselê Beat Jans axivî. Beat banga hevgirtinê kir.   Koroyên jinan ên ElGrecho, Choeur3, Ensemble Liberte Fimmene konserek kurt dan. Papazê Dêra Elîsabethen Frank Lorenz axaftineke kurt kir û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dua xwend.   Pîrê Elewî Muzaffer Dede yê ku beşdarî bîranînê bû jî axaftinek kurt kir. Li dû axaftinê gulbeng li gel koma saz a Komeleya Çanda Elewiyan hatin xwendin.