Serlêdanên ji bo JINKART’ê 4’ê cotmehê dest pê dikin

  • 18:17 3 Cotmeh 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo jinên temenê wan di navbera 18-64’ê de û berhewce ne, sepana JINKART’ê dide destpêkirin. Serlêdana ji bo JINKART’ê dê di 4’ê cotmehê de dest pê bikin. 
 
Serokatiya Daîreya Jinan û Xizmetên Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a a Mêrdînê; li seranserî bajêr ji bo jinên berhewce sepana JINKART’ê dide destpêkirin ku dê bêpere ji wesayîtên veguhestina komî yên şaredariyê sûd bigirin. Jinên temenê wan di navbera 18-64’ê saliyê de dikarin serlêdanê bikin. 
 
Şaredariyê da zanîn ku dê serlêdan di 4’ê cotmehê de dest pê bikin.