Li Amedê teqîn: 4 zarok birîndar bûn

  • 21:46 12 Sibat 2023
  • Rojane
AMED – Li ser çopa li taxa Kabê ya girêdayî navçeya Sura Amedê, zarokên  ji bo xwe germ agir pêxistin. Lê ji ber madeyek ku nayê zanîn teqînek pêk hat. Tê gotin ku 4 zarok birîndarin û rewşa zarokekî giran e. 
 
Li ser çopa li taxa Kabê ya girêdayî navçeya Surê ya Amedê  zarokan ji bo xwe germ bikin agir pêxistin û lîstin. Lê  ji ber madeyek ku nayê zanîn çiye ku avêtine agir teqîn pêk hatiye. 4 zarokên li ser agir birîndar bûn û li gorî agahiyên hatine girtin yek ji zarokan giran birîndar bûye.    
 
Zarokên birîndar bûne rakirin nexweşxaneya Zanîngehê ya Dîcleyê û hat zanîn ku di der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.