Li Amedê teqîn: 4 zarok birîndar bûn 2023-02-12 21:46:28   AMED – Li ser çopa li taxa Kabê ya girêdayî navçeya Sura Amedê, zarokên  ji bo xwe germ agir pêxistin. Lê ji ber madeyek ku nayê zanîn teqînek pêk hat. Tê gotin ku 4 zarok birîndarin û rewşa zarokekî giran e.    Li ser çopa li taxa Kabê ya girêdayî navçeya Surê ya Amedê  zarokan ji bo xwe germ bikin agir pêxistin û lîstin. Lê  ji ber madeyek ku nayê zanîn çiye ku avêtine agir teqîn pêk hatiye. 4 zarokên li ser agir birîndar bûn û li gorî agahiyên hatine girtin yek ji zarokan giran birîndar bûye.       Zarokên birîndar bûne rakirin nexweşxaneya Zanîngehê ya Dîcleyê û hat zanîn ku di der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.