Mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî hat berdan

  • 14:51 11 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî ya li Girtîgeha Jinan a bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dihat girtin, serbest hat berdan.
 
Di 10`ê Sibatê de ango duh seroka Komeleya Nûjîn û mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî bi rêya hesabê xwe yê Instagramê peyamek da û got: “Dema ku ez berdam, agahiya malbata min, parêzer, hevalên min an jî tu endamên Nûjînê pê tune bû. Binçavkirin û îşkencekirina min jî neheq û bêyî îradeya min bû. Berdana min jî ne li ser daxwaza min bû.”
 
Zara Mihemedî di dewama peyama xwe de wiha axivî: “Min daxwaza lêborîn/efûyê nekiriye. Baweriya min bi rêya min tê û heta dawiya jiyana xwe ez ê li ser ramanên xwe bim.”
 
Di destpêka 2020`an de bi tawanbariya “avakirina komekê ji bo têkbirina ewlehiya neteweyî”, heta 5 salan biryara girtina mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî hatibû dayîn.
 
Ji hingê ve Zara Mihemedî li Girtîgeha Jinan a Sineyê dihat ragirtin.