Mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî hat berdan 2023-02-11 14:51:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî ya li Girtîgeha Jinan a bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dihat girtin, serbest hat berdan.   Di 10`ê Sibatê de ango duh seroka Komeleya Nûjîn û mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî bi rêya hesabê xwe yê Instagramê peyamek da û got: “Dema ku ez berdam, agahiya malbata min, parêzer, hevalên min an jî tu endamên Nûjînê pê tune bû. Binçavkirin û îşkencekirina min jî neheq û bêyî îradeya min bû. Berdana min jî ne li ser daxwaza min bû.”   Zara Mihemedî di dewama peyama xwe de wiha axivî: “Min daxwaza lêborîn/efûyê nekiriye. Baweriya min bi rêya min tê û heta dawiya jiyana xwe ez ê li ser ramanên xwe bim.”   Di destpêka 2020`an de bi tawanbariya “avakirina komekê ji bo têkbirina ewlehiya neteweyî”, heta 5 salan biryara girtina mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî hatibû dayîn.   Ji hingê ve Zara Mihemedî li Girtîgeha Jinan a Sineyê dihat ragirtin.