OHAL li meclîsê hat qebûlkirin

  • 17:59 9 Sibat 2023
  • Rojane
ENQERE- OHAL ya ku sê mehan li 10 bajarên ku ji erdhêjê bi bandor bûn wê pêk bê, li Meclîsê hat qebûlkirin û ket meriyetê.
 
Piştî erdhêja mezin ya bi pêleya 7.7 û 7.6 ku navenda wê Bazarcix a Mereşê bû, serokomarê AKP’î Erdogan Rewşa Awarte (OHAL) ya 3 mehan li 10 bajarên ku  ji erdhêjê zirar dîtiye, îlan kir. Piştî biryara OHAL’ê li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat nixandin.  
 
Tevî îtîrazên partiyên muxalefetê OHAL hat qebûlkirin û ket meriyetê.