OHAL li meclîsê hat qebûlkirin 2023-02-09 17:59:34   ENQERE- OHAL ya ku sê mehan li 10 bajarên ku ji erdhêjê bi bandor bûn wê pêk bê, li Meclîsê hat qebûlkirin û ket meriyetê.   Piştî erdhêja mezin ya bi pêleya 7.7 û 7.6 ku navenda wê Bazarcix a Mereşê bû, serokomarê AKP’î Erdogan Rewşa Awarte (OHAL) ya 3 mehan li 10 bajarên ku  ji erdhêjê zirar dîtiye, îlan kir. Piştî biryara OHAL’ê li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat nixandin.     Tevî îtîrazên partiyên muxalefetê OHAL hat qebûlkirin û ket meriyetê.