Li Teq Teqê jî kampanya komkirina alîkariyê hat destpêkirin

  • 10:45 9 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajaroka Teq Teqê ya Koyê Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê yên Bakur û Rojavayê Kurdistanê, alîkarî tê komkirin.
 
Di 6’ê Sibatê de 2 erdejên bi pileya 7.6 û 7.7 li Bazarcixa Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ku navenda erdhejê bû pêkhat. Erdhejê bandora xwe li gel bajarên Bakurê Kurdistan, Tirkiye û Suriyeyê kir ku di encamê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes birîndar bûn, ji bilî wan bi deh hezaran kes di bin sermaya zivistanê de li derve bê nan û av mane.
 
Li gelek bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê ji bo komkirina alîkariya ji mexdûrên erdhejê re ji aliyê gelek rêxistin û welatiyan ve kampanya hatine destpêkirin. Bajarokê Teq Teq a Koyê jî yek ji cihên ku kampanya komkirina alîkariyê lê hatî destpêkirin e.
 
Her wiha çalakvan û welatiyên herêmê bang li xelkê herêmê dikin ku alîkariya xwişk û birayên xwe bikin.
 
Hêjayî gotinê ye ku di rêjeyek berviçav de welatî ji bo alîkariyê berê xwe didin cihên kampanyayê.
 
Piştî kareseta erdheja ku bandoriya xwe li gelek bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê kirî, li seranserê bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê yên weke, Silêmanî, Hewlêr, Raperîn, Germiyan, Koye, Kerkûk, Dûzxurmetû û Qeladizê kampanyayên alîkariya ji mexdûrên erdhejê re hatine destpêkirin.