Nûçegîhana me Nazlican Yildiz hat girtin

  • 21:24 6 Sibat 2023
  • Rojane
ÎZMÎR- Di saetên sibehê de li Îzmîrê di serdegirtina malan de nûçegîhanme Nazlican Yildiz jî têde gelek kes hatin binçavkirin. Nazlican Yildiz û Ayhan Bakir hatin girtin.
 
Li Îzmîrê di saetên sibehê de di serdegirtina malan de nûçegîhana me Nazlican Yildiz û rêveberên HDP’a Îzmîrê Murat Tufan, Firat Dîkmen, Murat Boztaş, Ayhan Bakir, Baran Tînk hatin çavkirin û birin şaxa TEM a Çankaya. 
 
Piştî lêpisîna dozger şûnde Nazlican Yildiz û Ayhan Bakir hatin girtin. Nazlican şandin Girtîgeha Jinan Şakranê û Ayhan jî birin girtîgeha Kiriklarê.
 
Li aliyê din lêpirsîna çar kesên din yên hatine binçavkirin didome.