Nûçegîhana me Nazlican Yildiz hat girtin 2023-02-06 21:24:55   ÎZMÎR- Di saetên sibehê de li Îzmîrê di serdegirtina malan de nûçegîhanme Nazlican Yildiz jî têde gelek kes hatin binçavkirin. Nazlican Yildiz û Ayhan Bakir hatin girtin.   Li Îzmîrê di saetên sibehê de di serdegirtina malan de nûçegîhana me Nazlican Yildiz û rêveberên HDP’a Îzmîrê Murat Tufan, Firat Dîkmen, Murat Boztaş, Ayhan Bakir, Baran Tînk hatin çavkirin û birin şaxa TEM a Çankaya.    Piştî lêpisîna dozger şûnde Nazlican Yildiz û Ayhan Bakir hatin girtin. Nazlican şandin Girtîgeha Jinan Şakranê û Ayhan jî birin girtîgeha Kiriklarê.   Li aliyê din lêpirsîna çar kesên din yên hatine binçavkirin didome.