Li Hezexê mirineke bi guman

  • 10:58 31 Çile 2023
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX - Li Hezexê jina bi navê Elîf Eren bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Li gundê Dikê yê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê jina bi navê Elîf Eren a 19 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û ji wir jî rakirin nexweşxaneya Şirnexê. Cenazeya Elîfê îro li Hezexê hat definkirin.
 
Her wiha hat zanîn ku 5 sal berê jî xwişka Elîf bi hêman şêwazê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye.