Li Hezexê mirineke bi guman 2023-01-31 10:58:29       ŞIRNEX - Li Hezexê jina bi navê Elîf Eren bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest da.   Li gundê Dikê yê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê jina bi navê Elîf Eren a 19 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û ji wir jî rakirin nexweşxaneya Şirnexê. Cenazeya Elîfê îro li Hezexê hat definkirin.   Her wiha hat zanîn ku 5 sal berê jî xwişka Elîf bi hêman şêwazê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye.