Dayikên Aştiyê: Tecrîd şer e, hêsirên çavên dayikan e

  • 14:52 26 Çile 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ev 22 meh in xeber jê nayê girtin gotin:"Tecrîd şer e, hêsirên çavên dayikan e."
 
Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ev 22 meh in xeber jê nayê girtin li ber avahiya xwe ya Aksarayê daxuyanî da. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Dayikên Nobeda Edaletê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ê aştîyek bi rûmet ava bikin" hat hilgirtin. Dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. 
 
'Bila deng bidin dayikan'
 
Dayika Aştiyê Guler Bugday da zanîn ew li dijî rewşa tecrîd û şer a li Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyê didin û wiha got:"Îro li ser Rêberê me tecrîdeke giran heye. Em wekî Dayikên Aştiyê şer naxwazin. Bila deng bidin dayikan. Dostên kurdan, nivîskar, demokrat, bi hezaran mirov niha di girtîgehan de ne û di bin şerdên tecrîdê de tên girtin. Ev tecrîd her diçe giran dibe."
 
Bang li îktidarê kir
 
Gulerê bi lêv kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê ku ev 22 meh in xeber jê nayê girtin, bê rakirin û wiha pê de çû:"Tecrîd şer e, hêsirên çavên dayikan e. Êdî bes e. Bila ev şer û tecrîd bi dawî bibe. Ew bi polîtîkayên li ser dostên kurdan û kurdan îktidara xwe didomînin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Jin jiyan azadî" bi dawî bû.