Dayikên Aştiyê: Tecrîd şer e, hêsirên çavên dayikan e 2023-01-26 14:52:07     STENBOL - Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ev 22 meh in xeber jê nayê girtin gotin:"Tecrîd şer e, hêsirên çavên dayikan e."   Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ev 22 meh in xeber jê nayê girtin li ber avahiya xwe ya Aksarayê daxuyanî da. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Dayikên Nobeda Edaletê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ê aştîyek bi rûmet ava bikin" hat hilgirtin. Dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.    'Bila deng bidin dayikan'   Dayika Aştiyê Guler Bugday da zanîn ew li dijî rewşa tecrîd û şer a li Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyê didin û wiha got:"Îro li ser Rêberê me tecrîdeke giran heye. Em wekî Dayikên Aştiyê şer naxwazin. Bila deng bidin dayikan. Dostên kurdan, nivîskar, demokrat, bi hezaran mirov niha di girtîgehan de ne û di bin şerdên tecrîdê de tên girtin. Ev tecrîd her diçe giran dibe."   Bang li îktidarê kir   Gulerê bi lêv kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê ku ev 22 meh in xeber jê nayê girtin, bê rakirin û wiha pê de çû:"Tecrîd şer e, hêsirên çavên dayikan e. Êdî bes e. Bila ev şer û tecrîd bi dawî bibe. Ew bi polîtîkayên li ser dostên kurdan û kurdan îktidara xwe didomînin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Jin jiyan azadî" bi dawî bû.