Kongra Star a Helebê encamnameya kongreyê nîqaş kir
- 21:14 25 Çile 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Kongra Star a Helebê civînek li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li darxist û encamnameya 9’emîn kongreya ku li Hesekê hatibû lidarxistin, nîqaş kir.
Kongra Star a Helebê ji bo nîqaşkirina encamnameya 9’emîn kongreya xwe civînek li salona civînan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê li darxist. Endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, komîn û meclisê tevli civînê bûn.
Di serî de endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Amne Xidiro perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê têkoşîna jinan de xwendin.
Piştre sînevîzyonek li ser dîroka têkoşîna jinan a li hember pergalên xwedî hişmendiya baviksalariyê û kevneperestiya li nav civakan, her wiha li ser xebatên rêxistinî yên Kongra Star ên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat pêşandan.
Her wiha, Amne Xidiro rapora salê ya Kongra Star a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwend û got: "Xurtkirina neteweya demokratîk di warê siyasî de ji bo biserxistina şerê gel ê şoreşgerî û pêşxistina neteweya demokratîk bi giştî girîng e. Di heman demê de jî ji bo pêşxistina pergala konfedralîzma jinan û biserxistina têkoşîna jinan jî girînge."
Di dawiya civînê de rapora xebatên Kongra Star û encamnameya konferansa wê ya 9'emîn ji bo pratîkkirina wê hatin xwendin.