Ji Yekitiya Pîşeyên Tibî banga aşkerakirina rewşa Abdullah Ocalan

  • 14:25 25 Çile 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Yekitiya Pîşeyên Tibî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li rêxistinên tibî kir ku ji bo aşkerekirina rewşa tenduristî ya Abdullah Ocalan zextê bikin.
 
Yekitiya Pîşeyên Tibî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Li pêş Nexweşxaneya Gel a li Ezîziyê ya Hesekê daxuyanî hate xwendin. Çavdêra li ser beşa hemşîretiyê Songul Hemo bi zimanê kurdî û hevseroka Nexweşxaneya Gel Şevîn Ebdulqadir bi zimanê erebî daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
 
"Li gel tecrîda li dijî rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ji 1999'an ve, dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 22 mehan e rewşa wî ya tenduristî eşkere nake.
 
Dewleta Tirk a dagirker agahiyên li ser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan eşkere nake. Armanca wê bêparkirina Rêbertî ji parastina qanûna navneteweyî ye û ev jî metirsiyên mezin li gel me çêdike.
 
Em kadroyên tenduristiyê û tibî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê daxuyaniyê didin û raya giştî ya cîhanê li hember rêber Ocalan berpirsyar dibinin.
 
Diviyabû ev rêxistin biçûna girtîgeha Îmraliyê û daxuyaniyek li ser tunebûna mercên tenduristî û baldariya tibî ya ji rêber Ocalan re bidana û piştî vê bêdengiya li ser rewşa wî, divê yekser destwerdanê bikin û rola xwe li gorî qanûna navneteweyî pêk bînin.
 
Em amade ne ku dema derfet ji me re çêbû bi rêber Ocalan re bicivin û rola xwe pêk bînin."