TJA li dijî darvekirinan bang kir

  • 14:13 25 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî darvekirinên li Îranê TJA daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Em bang li her kesê dikin ku ji bo rawestandina darvekirinan û ji bo pêkanîna daxwazan rabin. Em ê dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bikin nîşaneya azadiya jinan.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê darvekirinên dewleta Îranê û binpêkirinên li hemberî jinan daxuyaniyekî nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 
 
“Em Gelê Kurd ji bo azadkirina nasnameya xwe demeke dirêj e têdikoşin û di heman demê de em jinên kurd li hemberî zayendperestiyê li ber xwe didin. 
Komara Îslamî ya Îranê weke welatên ciran, bi salan e bi tundî bersiva her curê daxwazên civaka Îran û Rojhilatê dide.
 
Dewleta Îranê bi darvekirinê bersivê dide berxwedanên gel. Kurd, fars, azerî, lor, belûç û nasnme û baweriyên din ku di nav sînorên fermî yên Îranê de dijîn di têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê de mafdar in û Komara Îslamî ya Îranê ya Faşîst li hemberî mirovahiyê sûc dike. 
 
Em jinên bakurê Kurdistanê berxwedana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê weke daxwaza herî rewa ya gelan dibînin û cardin dibêjin, em li gel wan in. Em bang li her kesê dikin ku ji bo rawestandina darvekirinan û ji bo pêkanîna daxwazan rabin û em careke din dubare dikin ku em ê dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bikin nîşaneya azadiya jinan.”