TJA li dijî darvekirinan bang kir 2023-01-25 14:13:29     NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî darvekirinên li Îranê TJA daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Em bang li her kesê dikin ku ji bo rawestandina darvekirinan û ji bo pêkanîna daxwazan rabin. Em ê dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bikin nîşaneya azadiya jinan.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê darvekirinên dewleta Îranê û binpêkirinên li hemberî jinan daxuyaniyekî nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:    “Em Gelê Kurd ji bo azadkirina nasnameya xwe demeke dirêj e têdikoşin û di heman demê de em jinên kurd li hemberî zayendperestiyê li ber xwe didin.  Komara Îslamî ya Îranê weke welatên ciran, bi salan e bi tundî bersiva her curê daxwazên civaka Îran û Rojhilatê dide.   Dewleta Îranê bi darvekirinê bersivê dide berxwedanên gel. Kurd, fars, azerî, lor, belûç û nasnme û baweriyên din ku di nav sînorên fermî yên Îranê de dijîn di têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê de mafdar in û Komara Îslamî ya Îranê ya Faşîst li hemberî mirovahiyê sûc dike.    Em jinên bakurê Kurdistanê berxwedana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê weke daxwaza herî rewa ya gelan dibînin û cardin dibêjin, em li gel wan in. Em bang li her kesê dikin ku ji bo rawestandina darvekirinan û ji bo pêkanîna daxwazan rabin û em careke din dubare dikin ku em ê dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bikin nîşaneya azadiya jinan.”