Li Bismilê 8 kes hatin binçavkirin
- 21:34 20 Çile 2023
- Rojane
AMED – Li Bismilê di serdegirtina malan de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Bismilê ya Amedê îro danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Hat diyarkirin ku di serdegirtina malan de herî kêm 8 kes hatine binçavkirin.
Navê kesên hatine binçavkirin wihane: Îmam Aras, Fatma Aras, Habîb Sînbag, Ozan Oral, Hasan Koç, Rozerîn Bakir, Berat Yavuz û Dîlan Dogan.
Hat ragihandin ku biryara veşartinê li ser dosyeyê heye.