Li Bismilê 8 kes hatin binçavkirin 2023-01-20 21:34:20   AMED – Li Bismilê di serdegirtina malan de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Bismilê ya Amedê îro danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Hat diyarkirin ku di serdegirtina malan de herî kêm 8 kes hatine binçavkirin.    Navê kesên hatine binçavkirin wihane: Îmam Aras, Fatma Aras, Habîb Sînbag, Ozan Oral, Hasan Koç, Rozerîn Bakir, Berat Yavuz û Dîlan Dogan.   Hat ragihandin ku biryara veşartinê li ser dosyeyê heye.