Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
- 17:45 18 Adar 2021
- Rojane
AMED - Li navçeyên Amedê agirê Newrozê hat pêxistin û welatî bi coşek mezin Newrozê pîroz kirin.
Newroza ku jê re 3 roj ma bi coş û kelecanek mezin li kolanan tê pîrozkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Sûrê li gundê Palûkê yê Sûrê Amedê bi welatiyan re hatin gel hev û agirê Newrozê pêxistin.
Welatiyan li dora agir kom bûn û govend gerandin û stran gotin. Di dema govend gerandinê de dirûşmên "Newroz pîroz be", "Bijî" Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.
Li Navçeya Pîranê jî li gundê Behro Jêr agirê Newrozê bi coşekê mezin hat pêxistin. Gelek kes li dora agir kom bû, stran gotin û govend gerandin.