Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê 2021-03-18 17:45:15     AMED - Li navçeyên Amedê agirê Newrozê hat pêxistin û welatî bi coşek mezin Newrozê pîroz kirin.   Newroza ku jê re 3 roj ma bi coş û kelecanek mezin li kolanan tê pîrozkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Sûrê li gundê Palûkê yê Sûrê Amedê bi welatiyan re hatin gel hev û agirê Newrozê pêxistin.   Welatiyan li dora agir kom bûn û govend gerandin û stran gotin. Di dema govend gerandinê de  dirûşmên "Newroz pîroz be", "Bijî" Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.    Li Navçeya Pîranê jî li gundê Behro Jêr agirê Newrozê bi coşekê mezin hat pêxistin.  Gelek kes li dora agir kom bû, stran gotin û govend gerandin.