Di Festîvala Çandê de banga 'Em çanda xwe biparêzin'

  • 12:53 17 Cotmeh 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Festîvala Çanda Jinê ya ku ji aliyê Şaredariya Şemraxê ve hat organîzekirin rastî eleqeyeke mezin hat, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr di axaftina xwe de bang li her kesî kir ku li dijî îmhaya polîtîkayên asîmîlasyonê çand, ziman û nasnameya xwe biparêzin.
 
Ji aliyê Şaredariya Şemrexê ya Mêrdînê ve Festîvala Çandê ya Jinan hat lidarxistin. 
 
Di mîhrîcanê de cil û bergên netewî yên Mêrdîn, Riha, Semsûr, Sêrt, Bedlîs Êlih, Çewlîg, Wan, Şirnex û Colemêrgê hatin nasandin û hunermend derketin ser dikê. 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr di mîhrîcana ku ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat, axaftinek kir. Devrîm di axaftina xwe de destnîşan kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser ziman, çand û nasnameyê xwedî dîrokeke sed salî ne û got, “Li hemberî ziman, çand, huner, cil û berg û heta govenda kurdan polîtîkaya qedexe û asîmîlasyonê tê meşandin. Hemû nirxên ku civakekê dike civak bûn hedef û rastî êrîşên cuda hatin. Ev rêza qedexeyan îro jî didome. Divê em li gor xeta xwe ya têkoşînê ya li dijî hemû polîtîkayên qedexekirin û asîmîlasyonê yên li ser ziman û çanda xwe tevbigerin. Pêwîst e kevneşopiya berxwedanê ya ku sed sal in li dijî polîtîkaya înkarê ya sed salî tê meşandin, hîn berfirehtir bibe. Îro ji her demê bêhtir divê em ziman, çand, hunera xwe, bi kurtasî hemû nirxên civakî yên ku me dike em biparêzin û pêş bixin."
 
Girîngiya li ser têkoşîna jinê
 
Devrîm bal kişand ser komkujiyên di rojên dawî de li ser jinan zêde bûne û wiha got: “Ez hemû jinên ku di şexsê Rojîn Kabaiş de ku hat windakirin û mixabin nûçeya mirina wê hat bi rêzdarî bibîr tînim. Em baş dizanin ku qirkirina jinê siyasî û îdeolojîk e. Her çiqas ev cînayet ji aliyê kesek an komek kesan ve bên kirin jî, sûcê eslî pergal e. Polîtîkayên bêcezakirinê cîhana me ya îro kiriye cihekî ku ji bo me jin û zarokan qet ne ewle ye. Heta ku hemû qadên jiyanê ji bo me ewle bibin em ê têkoşîna xwe ya ji bo jinan li her derê berfireh bikin.”
 
Ji hunermendan konser 
 
Di çarçoveya festîvalê de hunermend Ayfer Dûzdaş û Sorjiyan her yek ji wan konserek dan. Festîvala ku bi hezaran kes beşdar bûn, bû şahidê dîmenên rengîn.
 
Festîval bi govendên govendê bi stranan bi dawî bû.