Dayika Nîka Şakremî hate binçavkirin

  • 14:00 17 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku dayika yek ji şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Nesrîn Şakremî li bajarê Tehranê hate binçavkirin. Lê sedem û tometa binçavkirinê nayê zanîn.
 
Xwişka Nîka Şakremî ya di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatî şehîdxistin, li ser medya dijîtal a înstagramê belav kir ku dayika wê Nesrîn Şakremî duh danê êvarê li Tehranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin.
 
Xwişka Nîka Ayda Şakremî diyar kir ku heta niha sedema binçavkirin û tometa Nesrîn Şakremî nizanin.
 
Hêjayî gotinêye ku dayika Nîka, Nesrîn Şakremî, beriya du heftiyan di peyameke vîdyoyî de ku ji Radyoya Ferda re şandibû, ragihandibû ku li gorî belgeyên pizîşkî, keça wê ji ber hinek derbên li serê wê ketiye jiyana xwe ji dest daye.
 
Herwiha di meha Nîsana îsal de jî, BBC World ragihandibû, ku belgeyeke nepenî ji Îranê bi dest xistiye, ku tê de tê gotin Nika Şakremî piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye tecawîzkirin û piştre hatiye kuştin.
 
Di Îlona 2022’yan de, Nika Şakremî nya 17 salî ku yek ji xwepêşanderên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû, li kolana Keşawerz a Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat revandin û piştî 8 rojan cenazeyê wê radestî malbata wê kirin. Piştre malbata wê neçar ma ku cenazeyê Nîka Şakremî li gundek dûrî Xuremabad yê Loristanê veşêre.