Xwendekaran ji bo Rojînê meş li dar xist

  • 15:44 17 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê, ji bo Rojîn Kabaîş meş li dar xistin.
 
Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê,  ji bo Rojîn Kabaîş ku bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da li kampûsê meş li dar xistin. Di meşa ku bi dirûşma "Ji Rojînê re edalet, ji her kesî re edalet" hat lidarxistin de, pankarta bi nivîsên "Berxwedana jinê mîrateya jinê ye", "Em naxwazin bimirin"û "Jinên ku çîrokên wan nîvco mane" hat vekirin.  Di çalakiyê bi dehan xwendekar tevli daxuyaniyê bûn.
 
'Êdî bes e'
 
Arîfe Dundar a ku li ser navê xwendekaran di meşê de daxuyaniyeke kurt da got, "Hevala me Rojîn, bû kurbana kuştinên jinan ku her diçe di nava civakê de zêde dibin. Ji Gulîstan Doku heta bi Narîn, Leyla, Îkbal û Rojînê em ê heta kengî bên qetilkirin? Em dibêjin êdî bes e. Ji bo ku êdî nema yek ji me jî kêm bibe em ê li hemû qadan ji kuştinên jinan re bêjin êdî bes e."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.