Malbata Rojînê: Em rê nadin dosya bê girtin

  • 13:56 17 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Gulîstan Gulmuş 
 
AMED - Dayik û meta Rojîn Kabaîş diyar kirin ku îdîayên "întîxar kiriye" bêbingeh in û diyar kirin ku Rojîn hatiye qetilkirin û windakirin. Malbatê bal kişand ku dewlet jinan naparêze û got, "Divê otopsiyê veneşêrin û dosyaya me negirin."
 
Rojîn Kabaîş a 21 salî ya ku xwendekara pola yekem a Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yil (Van YYÛ) ya Beşa Perwerdehiya Pêşdibistanê di 27'ê Îlonê roja Înê de winda bû. 18 roj piştî windabûna wê cenazeyê Rojîn li qeraxa perava navçeya Mollakasimê hat dîtin. Piştî otopsiyê cenaze duh danê sibê gihişt Amedê û li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hat definkirin. Tevî ku di otopsiyê de şopa derbeyan li gelek cihên laşê wê hat dîtin jî, ji malbata wê re hat gotin ku "întîxar kiriye". Encamên rapora otopsiyê ji Baroya Wanê re nehat dayîn.
 
Di roja duyemîn a sersaxiya Rojînê de dayika wê Aygul Kabaîş û meta wê Ozlem Kaganarslan ser pêvajoyê û di merhaleya pêş de dê çi bikin axivîn.
 
'Em dixwazin tişta ku hatiye serê wê were eşkerekirin'
 
Dayika Rojînê Aygul Kabaîş, bal kişand ser mirina keça xwe û xwest raporên otopsiyê bi wan re bê parvekirin. Aygul diyar kir ku îdiayên ku keça wê "întîxar kiriye" bêbingeh in û wiha got: "Em 18 rojan li wir man û me tiştek nedît. Min xwest keça xwe sax bibînim, lê derket holê ku keça min kuştine û avêtine avê. Kes çi bike bila bike, ez ê li mafên wê bigerim. Kê ew bir bila derkeve. Keça min întîhar nekiriye, tiştekî wiha tune. Hinekan dibe ku ew revandibin. Rûyê wê nîşanî min dan, rûyê wê xerab bû. Min keça xwe şand dibistanê, lê dereng agahî dan me ku keça min neçûye wargehê. Ger telefonî me bikirana û bigotana ‘Keça we nehata wargehê’, saet 23’an jî telefon nekirin, dikaribû saet 24’an telefonî me bikirana. Çima serê sibê we agahdar kirin? Ez ji vê yekê gilî dikim. Bila rapora otopsiyê bidin me. Çima nadin? Em dixwazin bizanin ka çi bûye. Heta kengê dê kuştina jin û keçan berdewam bikin? Heta kengê ew ê êşê bixin dilê dayikan? Ma ew dizanin ku em ev sê roj in ku ji dema ku me ev yek bihîstiye em çawa hest dikin? Em dixwazin bizanin ka çi hatiye serê wê. Bi vî awayî em ê hinekî rehet bibin." 
 
Bi gotina 'Em biçin dibistanê' keçên me neparastin
 
Meta Rojîn Ozlem Kaganarslan, anî ziman ku di pêvajoyeke dijwar re derbas bûne û diyar kir ku dewlet jinan naparêze û bi gotina '3 zarokan bîne' wan di nava malê de dihêle. Ozlemê işaret bi TOMA'yên ku piştî sersaxiyê dor li mala şînê girtine kir û got, "Dema jin hatin windakirin çima hûn ne li wir bûn? Em ê ne tenê Rojîn, serî li hemû jinan bidin. Çima ev jin winda dibin? Carekê gotine keçno, em herin dibistanê. Ji ber vê yekê me keçên xwe şandin dibistanê. Îcar çima keçên me li dibistanê winda bûn, çima ew neparastin? Bavê wê piştî 17 saetan agahdar kirin. Em wargehê gilî dikin. Rojîn jî mîna Gulistan Doku winda bû. Yanî we Narîn û Sila parast? Îro jî bi TOMA’yan li kêleka şîna me rawestiyan. Çima hûn li wir nesekinîn? Me Rojîn nedît, tenê cenazeyê wê dît. Têkiliya wê di navbera cihê ku Rojîn hat dîtin û li ku derê hat windakirin tune bû. Bila kes me nexapîne. Divê otopsiyê veneşêrin û dosyaya me negirin. Em ê dosyaya xwe gav bi gav bişopînin. Divê kes nebêje xwekuştin. Bila destên xwe ji jinan wêde bikin. Em ê zilamên xayîn di lanet û hêstirên dayikan de bifetisînin. Wan destên xwe yên qirêj dirêjî zarokên 8 salî kirin û êrîşî Rojîna 21 salî kirin.
 
'Divê destên xwe ji ser jinan wêde bikin'
 
Ozlemê destnîşan kir ku dewlet jinan naparêze û diyar kir ku divê mêr jî jinan fêm bikin û wiha got: “Jinên me pir berxwedêr in û xwe pir baş îfade dikin. Ji bo Rojînê daketin kolanan. Li pişt jinan dewlet nîne. Ger ji bo hilbijartinan careke din sindoq danîn, divê em jin neçin. Ji ber ku em ne xwedî dewlet in, em bêparastin in. Ev zilm wê çawa were jibîrkirin? Çi hewce bike bila dewlet bike. Em naxwazin dayikek din li pişt zarokên xwe digirîn bibînin. Divê ji xwe şerm bikin û destên xwe ji jinan dûr bigirin. Ne tenê Rojîn; Rojîn, Gulistan, Narîn, Sila û gelek navên din hene. Divê mêr jî bi gotina 'Em zarokê dayikê ne, birayê jinê ne' ji bo jinan tiştekî bikin.