Şaredariya Dêrsimê ji bo jinan destûra regil û menopozê da

  • 12:05 17 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di peymana kar a nû ya ji aliyê Şaredariya Dêrsimê hat îmzekirin de destûra regil, menopoz û 8'ê Adarê hat dayin. Her wiha ji bo LGBTÎ+'yan jî hat gotin ew ê ji bo Meşa Rûmetê destûra îdarî bê dayin. 
 
Di navbera Şaredariya Dêrsimê û Sendikaya Genel-Îş a Konfederasyona Sendikayên Şoreşger  (DÎSK) peymana kar a nû hat îmzkirin. Li gor peymanê destûra regil, menopoz û 8'ê Adarê hat dayin. Her wiha ji bo LGBTÎ+'yan jî hat gotin ew ê ji bo Meşa Rûmetê destûra îdarî bê dayin. 
 
Her wiha diha peymanê de hat gotin di roja 10'ê Gulanê de bi munasebeta hefteya astengdaran her wiha 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê ew ê destûr ji bo astengdaran bê dayin.