Şaredariya Dêrsimê ji bo jinan destûra regil û menopozê da 2021-03-17 12:05:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Di peymana kar a nû ya ji aliyê Şaredariya Dêrsimê hat îmzekirin de destûra regil, menopoz û 8'ê Adarê hat dayin. Her wiha ji bo LGBTÎ+'yan jî hat gotin ew ê ji bo Meşa Rûmetê destûra îdarî bê dayin.    Di navbera Şaredariya Dêrsimê û Sendikaya Genel-Îş a Konfederasyona Sendikayên Şoreşger  (DÎSK) peymana kar a nû hat îmzkirin. Li gor peymanê destûra regil, menopoz û 8'ê Adarê hat dayin. Her wiha ji bo LGBTÎ+'yan jî hat gotin ew ê ji bo Meşa Rûmetê destûra îdarî bê dayin.    Her wiha diha peymanê de hat gotin di roja 10'ê Gulanê de bi munasebeta hefteya astengdaran her wiha 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê ew ê destûr ji bo astengdaran bê dayin.