Ciwanan agirê Newrozê li Qoserê pêxistin
- 08:37 17 Adar 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Ciwanên Mêrdînê yekemîn agirê xwe yê Newrozê li Qoserê bi coşek mezin pêxistin.
Ciwanên Mêrdînê yekemîn agirê xwe yê Newrozê li taxa Medyayê ya Qoserê ye pêxistin. Girseya ciwanan a li Qoserê kom bûn agir pêxistin, li dora agir govend gerandin û dirûşmên “Bijî Serok Apo, Bijî Newroz, Slav, slav ji Îmrlaliyê re hezar slav” hatin berzkirin.
Piştî ku ciwan ji qadê veqetiyan polîs hatin taxê.