Ciwanan agirê Newrozê li Qoserê pêxistin 2021-03-17 08:37:22     MÊRDÎN - Ciwanên Mêrdînê yekemîn agirê xwe yê Newrozê li Qoserê bi coşek mezin pêxistin.   Ciwanên Mêrdînê yekemîn agirê xwe yê Newrozê li taxa Medyayê ya Qoserê ye pêxistin. Girseya ciwanan a li Qoserê kom bûn agir pêxistin, li dora agir govend gerandin û dirûşmên “Bijî Serok Apo, Bijî Newroz, Slav, slav ji Îmrlaliyê re hezar slav” hatin berzkirin.   Piştî ku ciwan ji qadê veqetiyan polîs hatin taxê.