'Divê Musa Orhan demildest bê girtin'
- 12:27 26 Tebax 2020
- Rojane
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê bertek nîşanî berdana Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê da û got ku bila bersûc demildest bê girtin.
Musa Orhan ê ku li Sêrtê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê hahliye bû. Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser medya civakî bertek nîşanî berdana Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê da û got ku bila bersûc demildest bê girtin.
Meclisa Jinan a HDP'ê di daxuyaniya xwe ya kurt ku weşand de wiha got: “Tu hêcet nabe sedema berdana bersûc. Carek din derket holê ku ew kesên dixwazin tecawizkar û kujeran biparêz in kî ne. Bi vê berdanê her tişt eşkere bû ku kî Mûsa Orhan diparêz e û xwestiye wî berdin. Berdana Mûsa Orhan encama polîtîkayek sîstematîk e. Lê em ê wek jinan vê dozê bişopînin.”