Cezayên nû dan 5 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê

  • 13:09 22 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku rejîma Îranê cezayên nû da 5 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê ku Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Nêrgiz Muhammedî jî di nav de ne. 
 
Kampanyaya Azadî ji Pexşan Ezîzî re li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî rewşa girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê tên ragirtin agahî da. 
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku 2’yemîn Dadgeha Keyferê ya Tehranê ya bi serokatiya dadger Ebdulfazil Amirî cezayên nû daye 5 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê tên ragirtin. Hat zanîn ku bi îdiaya “Li gorî biryaran tevnagerin”, 6 meh cezayê hefsê daye Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî, Mahbube Rezayî û Nêrgiz Muhammedî. 
 
Di heman demê de hat zanîn ku li Perîweş Muslimê jî bi îdiaya “Ewlehiya girtîgehê xera dike” 3 meh û rojek cezayê hefsê da.