Derbarê parêzer Dîlek Ekmekçî de biryara tehliyeyê

  • 15:17 22 Cotmeh 2024
  • Hiqûq
 
STENBOL - Ji bo parêzer Dîlek Ekmekçî ku piştî serlêdana sûc a rêveberên MHP’î hatibû girtin, biryara tehliyeyê hate dayin. 
 
Parêzer Dîlek Ekmekçî ku Îzzet Ulvî Yonter ê MHP’î, endamên MYK’a MHP’ê Şahîn Gurz, Tamer Çakiroglû û Nevzat Unluturk û Serokê MHP’a Stenbolê Serter Selîm jî di nav de derheqê 25 kesan de ji ber gefa lê hatibû xwarin serlêdana sûc kiribû, hatibû girtin. Dîlekê hate berdan. Dîlekê, gotibû ku endamên Ulku Ocaklariyê jinên ji neçarî li wargehan dimînin neçarî fihûşê dikin û piştî vê gotinê gef lê hatibûn xwarin. Dîlekê, li ser serlêdanên sûc ên MHP’iyan bi îdiayên “Heqaret” û “endama FETO’yê” dihat darizandin. 
 
Danişîna ewil a Dîlekê li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Dîlekê, ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi rêya SEGBÎS’ê te li bû. Parêzerê Dîlekê, Mûrad Sadak, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu û gelek kesên din jî tevli bûn. 
 
Şandeya dadgehê biryara tehliyekirina Dîlek Ekmekçî  da û danişîna dozê taloqî 10’ê çileya 2025’an kir.