'Divê Musa Orhan demildest bê girtin' 2020-08-26 12:27:15   ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê bertek nîşanî berdana Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê da û got ku bila bersûc demildest bê girtin.    Musa Orhan ê ku li Sêrtê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê hahliye bû. Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser medya civakî  bertek nîşanî berdana Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê da û got ku bila bersûc demildest bê girtin.    Meclisa Jinan a HDP'ê di daxuyaniya xwe ya kurt ku weşand de wiha got: “Tu hêcet nabe sedema berdana bersûc. Carek din derket holê ku ew kesên dixwazin tecawizkar û kujeran biparêz in kî ne. Bi vê berdanê her tişt eşkere bû ku kî Mûsa Orhan diparêz e û xwestiye wî berdin. Berdana Mûsa Orhan encama polîtîkayek sîstematîk e. Lê em ê wek jinan vê dozê bişopînin.”