Dilber Demîr a DEM Partiyî hate berdan

  • 12:19 22 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Hevberdevka Herêma 1’emîn a DEM Partiyê Dilber Demîr hate berdan. 
 
Hevberdevka Herêma 1’emîn a DEM Partiyê Dilber Demîr ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dihat ragirtin, hate berdan. Dilber Demîr, di 27’ê îlonê de di serdegirtinên malê de li Stenbolê hatibû binçavkirin û bi hinceta xebatên partiyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. 
 
Dilber Demîr a şevê din tehliye bû, li pêşiya girtîgehê ji hêla gelek jinan ve hate pêşwazîkirin.