'Em ê xwedî li mîrateyên xwe derkevin'

  • 13:17 14 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - TJA'yê têkildarî operasyonên ku li Amed û Dîlokê pêk hatin daxuyanî da û bertek nîşanî binçavkirinan da. 
 
Serê sibehê li Amed û Dîlokê operasyona biserdegirtina malan pêk hat û di encamê de li Amedê 20 jin, li Dîlokê jî 33 hes hatin binçavkirin.  Di serdegirtina malan de  berdevka Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê (MKGP) û rojnameger Ayşe Guney, berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA)  Ayşe Gokkan, endamên saziyên sivîl, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  bi dehan jin hatin binçavkirin. Têkildarî mijarê Tevgera Jinên Azad (TJA)  li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo çapemeniyê daxuyanî da. Daxuyanî Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz xwend.
 
'Hedefa bingehîn TJA ye'
 
Salîha destnîşan kir ku hedefa esasî TJA ye û got: " TJA bi têkoşîneke bêhempa û azad ji hemû cîhanê re bûye wek hêviyekê. Ji ber ku TJA bûye pergaleke ji bo azadiya jinan û ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn re bûye wekî mînak loma hedef tê girtin. Îro AKP û MHP dixwazin bi yek reng û yek dengî pergaleke nijadperestî û zayendperestiyê ava bike. Lê TJA li hemberî vê pergala qirêj têkoşîneke bêhempa dide. Loma di her operasyonên sîyasî de girtin û binçavkirinên jinê zêdetir dikin."
 
'Ew ê nikaribin dest bidin deskeftiyên me'
 
Salîha anî ziman ku îro TJA têkoşîna xwe her ku diçe zêdetir dike û ew têkoşîn û berxwedana îktidarê dide tirsandin. Salîha wiha dirêjî da axaftina xwe: " Ew ê nikaribin dest bidin deskeftiyên me. Ji ber ku destkeftiyên jinan bi berdelên mezin hat bidestxistin. Lê îro bi pergaleke qirêj dixwazin wan destkeftiyan têk bibin. Lê dê TJA'yê heta dawiyê têkoşîna xwe bimeşîne. Bila bê zanîn ku faşîzm dê li hemberî têkoşîna jinan têk biçe."
 
'Em ê xwedî li mîrateyên xwe derkevin'
 
Salîha diyar kir ku divê hemû jin li dijî wan êrîşan yekitiya xwe pêk bînin û axaftina wiha bil dawî kir: " Em bi mirateyekê mezin heya îro hatine. Em bi mîrateyên Rosa, Clara û bi mîrateya Sakîne Cansizan heya îro hatin û ji vê şûnde jî em ê xwedî li vê mîrateyê derkevin. Tevî van yekan em ê têkoşîna xwe li her qadê bimeşînin."