Li Amedê 20 jin û li Dîlokê jî 33 kes hatin binçavkirin

  • 09:53 14 Tîrmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Serê sibêhê li Amed û Dîlokê operasyoneke pêk hat û di encamê de bi dehan kes hatin binçavkirin. Li Amedê 20 jin û li Dîlokê jî 33 kes hatin binçavkirin. 
 
Di serî de li Amed û Dîlokê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de berdevk û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên saziyên sivîl, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  bi dehan jin hatin binçavkirin. Li gorî daneyên ne zelal li Amedê heta niha 20 jin û li Dîkolê jî 33 kes hatin binçavkirin. 
 
Jinên ku li Amedê hatine binçavkirin: Berdeka TJA'yê Ayşe Gokkan, rojnameger Ayşe Guney, hevseroka TUHAD-FED'ê Elîf Haran, Zekiye Guler, Hatun Yildiz, Guneşa ku paşnavê wê nehat zanîn, endama SES'ê Rozerîn Çatak, aktîvîstên TJA'yê Selma Metîn, Fîgen Ektî, Rabîa Ateş, Demet Ozkaran, Ronda Bat, Dîlan Yakut, endama meclîsa şaredariya Yenîşehirê Gulşen Dehîş, endamên meclîsa şaredariya Rêzanê Halîme Bayram, Zeynep Suncak Kaya û Panayir Çelik, Emîne Kaya hatin binçavkirin.  
 
Her wiha ji ber ku revebera TUAY-DER'ê Bahar Akyapi, hevseroka HDP'ê ya Sûr Hatun Yildiz û endama meclîsa şaredariya Yenîşehîrê Têkoşîn Tekîn ne li malê bûn nehatin binçavkirin. 
 
Li Dîlokê, îro serê sibehê polîsan bi ser malên HDP û DBP’iyan de girt. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve hatibû destpêkirin de polîsan hevserokê HDP’ê yê bajar Mûsa Aydin û Hevserokê DBP’ê yê bajar Mehmet Vûral jî di nav de bi giştî 33 kesan binçav kirin. Hat hînbûn ku di nav kesên hatine binçavkirin de hevserokên HDP’ê yên navçeya Şahînbey û Şahîtkamîlê, 2 keya û parêzerek jî hene. Di kêliya serdegirtinê de polisan deriyên hin malan şikandin û wisa kein hundir.