'14'ê Tîrmehê bû çavkanî û jêdera berxwedanê'

  • 09:52 14 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Malbatên girtiyan ên ku di zîndana Tirkiyê de dimînin, bi hatina roja 14’î Tîrmehê ya Roja Berxwedana Zindanan bi bîr anîn û gotin: "14'ê Tîrmehê bû çavkanî û jêdera berxwedanê, em ê berxwedana zindanan her bidomînin."
 
Ji girtîgehên Amedê ji wan destanên berxwedanê ku bi pêşengtiya Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Akif Yilmaz û Elî Çîçek, bi çalakiya rojiya mirinê, dabûn destpêkirin cewhera azadî, berxwedan û israra şikandina rejîmên faşist li tevahî cîhanê belav bû û bû çavkaniya hemû şoreşên azadiyê. Têkildarî 14’î Tîrmehê roja Berxwedana Zindanan Malbatên girtiyan ên ku di zîndana Tirkiyeyê de dimînin nêrînên xwe parve kirin.
 
'Berxwedana 14’ê Tîrmehê berdewam dike'
 
Dayika bi navê Sadîqe Reşo ya ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye, kurê wê yê bi navê Rêber 25 sal in hatiye dîlgirtin û di girtîgeha Rihayê de dimîne. Sadîqe berxwedana 14'ê tirmehê bi bîr anî û wiha got: "Em dayikên girtiyan li ber xwe didin û şopa wan dişopînin. Roja 14'ê tirmehê bû çavkaniya berxwedanê, em ê şopdarê berxwedana ku di wê demê de hatiye destpêkirin. Kesên ku ji ber xaka xwe şer bikin ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên girtin, lê tu kes nikare li hember berxwedan û têkoşîna me bibe bend. Em ê xeta rast a şehîdan bişopînin û rêya ku ji bo me hilbijartine bi berxwedana xwe bidomînin."
 
'Em hêza xwe ji berxwedana zindanan digirin'
 
Dayika bi navê Zeyneb Mihemed ji gundê Fafirtînê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê ye û dayika girtiyê bi navê Polat ya ku di zindana bajarê Bandirma ya Tirkiyê ew bû 22 sal hatiye dîlgirtiye, berxwedana zindanan bi bîr anî û wiha pê de çû: "Kurê min di sala 1993'an de li dijî bindestiyê derket û ji bo xaka xwe şer dikir, lê dewleta tirk a dagirker kurê min girt û ev bû 22 sal di girtîgeha Bandirma yaTirkiyê de dimîne. Kurê min ji bo doza welatê xwe şer kir û em jî heta roja îro li pey  doza kurê xwe û şopa 14'ê tirmehê dimeşin. Armanca me ew e ku em  xeta berxwedan û têkoşînê ji bo azadkirina welatê xwe bidomînin."